• Wednesday, 25 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge: Nebuna mûçe bandorê li ser me nake

Gulan Media March 21, 2016 Nûçe
Fermandarekî Pêşmerge: Nebuna mûçe bandorê li ser me nake
Fermandarê lîwayê nû yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, krîza darayî û nebûna mûçe bandorê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û ji bo her êrîşekî jî çawerê fermana Barzanî dikin.

Fermandarê lîwaya nû yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê li bereyê Daquq Emîd Rukin Aras Qadir ji BasNewsê re ragehand, Pêşmerge hêzekî niştimaniyê û naha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rolekî qehremaniyê ya pêştir her maye û berdewam hêzên Pêşmerge jibo azadbuna Kurdistanê tekoşîn dike.
Aras Qadir ragehand; ‘’Raste Herêma Kurdistanê di krîza darayî de ye, lê krîz û nebûna mûçe bandorê li ser hêzên Pêşmerge nake.’’
Herwaha diyar kir; ‘’Heta ku DAIŞ li Mûsilê be, metirsiye ji bo herêma Kurdistanê û beşdariya hêzên Pêşmerge ya operasyona Mûsilê wê serkeftina rizgarkirina bajar bi xwere bîne.

Aras Qadir amaje bi vê jî kir: ‘’Ji bo her operasyon û êrîşekî em çaveriya Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û Pêşmerge jî ji bo her fermanekî amade ye.’’

Basnews
Top