• Wednesday, 25 February 2026
logo

Demîrtaş: Em girêdayî Mûtabaqata Dolmabahçeyê ne

Gulan Media March 21, 2016 Nûçe
Demîrtaş: Em girêdayî Mûtabaqata Dolmabahçeyê ne
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û got, “Ew rêya we hûnandiye, em bi gotinên te yên Mûtabaqata Dolmabahçeyê girêdayî ne.”

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş li Amedê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû û di Newroza Amedê de axivî.

Selahattin Demîrtaş bal kişand ser qelebalixiyan beşdariyên Newrozê got, Amedê peyama xwe da vê yekê baş bixwînin û wiha domand:

“Aştî ne xeyal e. Newroza îsal tevî her tiştî jî li Qada Amedê wek Newroza aştiyê xwe nîşanî cîhanê dide.

Îro zarokên Botanê, zarokên Mîr Bedîrxan, yên Şêx Saîd çawa me silav dikin, hevrêyên Seyîd Riza, ji Dêrsimê, neviyên Qazî Muhammed, Melle Mistefa, hevrêyên Alî Şer û Zarîfe mîrateyek çawa ji me re hiştine, em jî peyamên ji Kobanê Arîn Mîrkan, ji Cizîrê Mehmet Tûnç, ji Silopiyayê Sêvê berhev dikin, wek nameyek aştiyê ji Îmraliyê, ji Serok Apo re wek nameyekê dişînin.”


Demîrtaş bang li Abdullah Ocalan kir û got: “Ew rêya we hûnandiye, em bi gotinên te yên Mûtabaqata Dolmabahçeyê girêdayî ne. Şer ne asayî ye. Muzakere ew e ku di nuqteyek navîn de lihevkirine.”


Hevsrokê HDPê amaje kir ku gelê Kurd tenê dixwaze bi awayekî azad û aramî bijî û gelê Kurd ne ti tiştên din, tiştê ku jê hatiye dizîn dixwaze.

Rudaw
Top