• Wednesday, 25 February 2026
logo

DAIŞ şer li dijî Newrozê ragehand

Gulan Media March 20, 2016 Nûçe
DAIŞ şer li dijî Newrozê ragehand
Çekdarên DAIŞê gêrana ahinga Cejna Newrozê bi hemû şêweyî qedexe kir û sizayê 20 qamçî danye jibo her kesekî bi vê boneyê agir dade daye.

Yek ji Fermanderên çekdarên Heşda Şeibî Cebar Mamûrî ji mîdya ragehandiye: “Li hemû navçeyên bin deselata DAIŞê de Cejna Newrozê hatiye qedexe kirin û jibo her kesekî agir dade wê bi 20 qmîiyan were siza kirin.”

Herwiha got: “DAIŞê hejmarek mezin ji polîsa Islamî li hemû deverên bin deselata xwe de belav kiriye jibo çavdêriya xelkê û sizekirina xelkên mixalif.”

Newroz yek ji kevintirîn cejnên Gelê Kurde, herwiha sersala Kurdî ye û jibrî hezaran sal Kurd ahingan bi vê boneyê dikin.

Basnews
Top