Qayimeqamê Silêmanî zaniyariyên derbarê şerê Çavî Land ragehand
Qayimeqamê Silêmanî Bextiyar Ebdulerhamn di daxuyaniyekê jibo BasNews ragehand: “Êvara roja 20 Adarê di ahinga Newrozê de li Çavî Land alozî û şerekî giran derket û bi vê sedemê çend kes birîndarbûn.”
Derbarê sedemên vî şerî de got: “Ew rûdaw li ÇAvî Land qewimî, pasewanên ku erkê wane ewlehiya ÇAvî Land biparêzin bi erkê xwe ranebûn, piştre ahing jî hate derengxistin, jibo ku xelik bi hejmarek mezin serdana Çavî Land bikin, lêbelê xelkên amade dest bi şer û ajaweyê kirin.”
Herwiha got: “Me di dema bûyerê de hêzek mezin şand Çavî Land jibo vê ajaweyê kontirol bikin, lê jiber qerebalixa otombîlan û xelkê hêza me bi derengî gihştin cihê bûyerê, lêbelê hêza Polîs kêmxemî nekirin bi piyan ber bi cihê bûyerê ve çûn û bi erkê xwe rabûn jibo parastina ev cihê geştiyarî.”
Navborî bêagahiya xwe derbarê destgîr kirina çend kesan ragehand û got: “Divê ew kesên ku destê wan di sotandin û şikandina otombîlan bê guman divê bi bidetê pasewanê çavî land hatibin girtin û radestî hêzên ewlekariyê kiribin.
Basnews
