Li Sine di pîrozbahiyên Newrozê de zêdetirî 60 kesan birîndar bûn
Duh bi şev li bajarên Sine û Seqizê û deverên din ên eyaleta Sine, agirê Newrozê hat vêxistin û cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Li gorî agahiyan, ji ber lîstikên agir û çalakiyên cur bi cur ên Newrozê, gellek kes birîndar bûn.
Berpirsê ekîba tenduristiyê ya Newrozê li Sine, Dr. Hûmen Qesrî da zanîn ku di şeva Newrozê de 64 kes birîndar bûn, 17 ji wan li nexweşxanê hatin razandin.
Dr. Hûmen Qesrî diyar kir ku rewşa sê birîndaran giran e ji ber wê jî derbasî odeya neştergeriyê hatine kirin.
Li gorî wî nojdarê Rojhilatî, ti kesî di bûyerên Newrozê de jiyana xwe ji dest nedaye û ti kes jî seqet nebûye lê piraniya birîndaran ji bajarê Seqizê bûne.
Li gorî salnameya Îranê, duh (19ê Adarê) roja dawî ya salê bû, ji ber wê jî li piraniya deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê agirê Newrozê hat vêxistin û hatina sala nû hat pîrozkirin.
Rudaw
