• Wednesday, 25 February 2026
logo

PDK: Me û YNKê li hev kir

Gulan Media March 20, 2016 Nûçe
PDK: Me û YNKê li hev kir
Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî got, wan Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li hev kirin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî ji Rûdawê re got: “Pirsa serokatiya çawa ji aliyê Encumena Şûraya ve hat çareserkirin, pêwîst e çareseriyek siyasî pêk were. Em li ser vê mijarê gotûbêjan ligel YNKê dikin û heya niha me li ser çemd mijaran jî li hev kiriye.”

Hêmin Hewramî diyar kir, pêwîst e rêkeftina navbera PDK û YNKê de berdwam bike û got: “Divê kurd li Bexdayê yekdêngbin. Hemû alî dê ji referandomê agahdarbin û bê ti aliyan derbarê mijara referandomê de ti gav dê avêtin.”

Hewramî da xuyakirin ku li ser mijara birêvebirina karên Parlamentoya Kurdistanê jî li hev kirine û wiha domand: “Lê li ser mekanîzmaya parlamentoyê nêrînên cuda hene.”

Alîkarê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih jî ji Rûdawê re got: “Derbarê mijara pirsan de nêrînên hemû aliyan ji hev cudan e. Lê pêwîstiya Kurdistanê bi rêkeftineke hemû alî beşdar heye. Divê kirîzê çareser bikin û xwe ji guhertinên li Rojhilata Navîn re amade bikin.”

Endamê Polîtbûroya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekim jî ragihand, haya wan ji naveroka hevdîtinên PDK û YNKê nîne.


Mihemed Hekim diyar kir ku ew naxwazin, YNK lihev PDKê bike û ligel wê hikûmetê ava bikin.


Li gor agahiyên Rûdawê bidest xistine tê pêşbînîkirin ku YNKê di rojên bê de civîneke lidar bixe.

Rudaw
Top