Wezîrê Petrola Iraqê: Hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê hat sekinandin!
Belavoka (Îraq Oil Repot) ji zimanê Adil Ebdulmehdî, wezîrê petrola Îraqê dibêje: Bo fişarkirina ser desthilatdarên herêmî heya danûstandin dest pê bike li ser dabeşkerina dahatên petrolê, hikumeta Îraqê şandina petrola Kerkûkê bi rêya hikumeta Herêma kurdistanê ragirt.
Di heftîya bûrî de sê jêderan bi royterzê re ragehandine ku Kompanya ya Petrola Bakûra ser bi hikumeta Îraqê ve, şandina petrola xava Kerkûkê ragirtîye bi rêya xîça borîyên Herêma Kurdistanê ber bi bendera cîhana Turkîyayê.
Bi şêweyeka asayî Kompanîya Petrola Bakûr, rojane 150 hezar bermîlên petrolê bi rêya borîyên xîça borîyên Herêma Kurdistan diveguhazt bo bendera Cîhana Turkîyayê.
Ev xîça borîyan , petrola herêma Kurdistanê jî diveguhêze ku bi awayek ser bi xse bi xwe ji hikumeta Îraqê, ewê petrolê difiroşe.
Basnews
