• Thursday, 11 June 2026
logo

Hat ragihandin: Teqîn Stenbolê êrişa xwekujî bûye!

Gulan Media March 19, 2016 Nûçe
Hat ragihandin: Teqîn Stenbolê êrişa xwekujî bûye!
Waliyê Stenbolê ragihand, teqîna ku îro li kolana Îstiqlalê ya Stenbolê çêbibû, êrişa xwekujî bûye.

Îro danê sibê li kolana Îstiqlalê ya Stenbolê, ku wek “hinavê” Stenbolê tê nasîn, teqînek çêbibû.

Derheqê teqînê de Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand, teqîn li ber qayîmeqamtiya semta Beyoglu ya Stenbolê qewimiye û êrişa xwekujî bûye.

Waliyê Stenbolê da zanîn ku di bûyerê de 5 kes hatine kuştin ku yek jê, kesê xwekuj e. 20 kes jî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e. Tê gotin ku di nav birîndaran de 3 îsraîlî jî hene.

Heta niha nayê zanîn ev êriş ji aliyê kîjan rêxistin yan grûpekê ve hatiye kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Resen Remzî jî ragihand, teqîn li kuçeya Balo ya kolana Îstiqlalê pêk hatiye.

6 roj berê li paytext Enqerê jî êrişeke xwekujî pêk hatibû. Di wê bûyer êde 35 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn. Rêxistina TAKê ew teqîn girtibû stûyê xwe.

Rudaw
Top