45 eşîrên Sûriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê bûn yek!
Li gorî medyaya Tirkiyê, di çend rojên borî de 45 serokeşîrên ereb ên deverên Dêrezor, Hesekê û Reqayê yên Sûriyê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê civiyan.
Li gorî agahiyan, di civînê de ku ji aliyê fermandeyekî Aartêşa Azad a Sûriyê ve dihat meşandin, biryar hat dayîn hêzek çekdarî li dijî federasiyona Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYD û hinek partiyên nêzîkî wê ve hatiye ragihandin, ava bikin û li dijî wê şer bikin.
Navê wê hêza ku ji aliyê wan eşîran ve hatiye avakirin, “Ceyş el Eşair Elşerqiye” (hêza eşîrên rojhilat) e.
Eşêrên han îdia dikin ku PYDê bi serê xwe federasiyon ragihandiye ev jî li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê ye!
Roja 17ê Adara îsal, rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê sîstema bi navê “federasiyona demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê” ragihand.
Li gorî vê sîstemê, êdî sîstama kantonan namîne û deverên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî federatîv tên birêvebirin.
Rudaw
