• Thursday, 11 June 2026
logo

Serokwezîr Barzanî: Emê tûrîzm û çandiniyê bikin alternatîfa petrolê!

Gulan Media March 19, 2016 Nûçe
Serokwezîr Barzanî: Emê tûrîzm û çandiniyê bikin alternatîfa petrolê!
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, hikûmeta Kurdistanê dixwaze sektorên tûrîzm, çandinî û pîşesaziyê bike alternatîfa petrol û gaza sirûştî.

Konferansa navdewletî ya tûrîzmê, îro danê sibê li Hewlêrê dest pê kir. Di konferansê de bi sedan şîrketên biyanî û Kurdistanî yên tûrîzmê beşdar bûne.

Konferans bi axaftina Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi fermî vebû. Barzanî di axaftina xwe de behsa girîngiya sektora tûrîzmê kir û got, di heyama borî de 6 milyar dolar di sektora tûrîzmê de hatiye xerckirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, hikûmeta Kurdistanê dixwaze sektorên tûrîzm, çandinî û pîşesaziyê bike alternatîfa petrol û gaza Kurdistanê, ji bo vê jî pilan hatiye danîn.

Li gorî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, pêşxistina tûrîzmê tenê bi çêkirina hotêlên 5 stêrk û xwaringehan çênabe…

Konferansa han ji bo vejandina sektora tûrîzmê li Başûrê Kurdistanê tê sazkirin û dê du rojan (îro û sibê) bidome.

Tora Medyayî ya Rûdawê, yek ji sponserên sereke yên konferansê ye.

Rudaw
Top