• Thursday, 11 June 2026
logo

Nûnerê serok Obama: Amerîka li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Gulan Media March 18, 2016 Nûçe
Nûnerê serok Obama: Amerîka li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.03.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Bret Makgork nûnerê taybetiyê Barak Obama serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û şandeya pê re ku ji Stewart Conz balyozê Amerîkayê li Îraqê û çend berpirsên Koçka Sipî pêkhatibû, civiya.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê karê navxwe û wezîrê karûbarên pêşmerge bi wekalet û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê amade bûn, Makgork behsa pêşhatên dawiyê li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞê û bihêzkirina komîteya hevahengiya navbera hêzên hevpeymanan, Bexda û Hewlêrê ku, bi armanca operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê hatiye pêkanîn kir.

Nûnerê serok Obama tekîd kir ku, Amerîka li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û bi taybetî ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, berdewam dibe û got ku Amerîka haydarî rewşê ye û wê yekê gotûbêj dike, ji bona derbasbûn ji wê rewşa dijwar, bi çi awayî dikare hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û alîkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo pêşmerge kir û hêvî xwest ew alîkarî berfirehtir û baştir bibin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, di warê leşkerî û mirovî de zêdetir pêwîstî bi hevkariyan heye, bi tyabetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji ber tirsa terorê hatine Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ew amadene bi hemû aliyan re danûstandina bikin û di vê çarçoveyê de pêngavên piraktîkî hatine avêtin û hêvî xwest ku, di demek nêzîk de hemû pirsgirêk çareser bibin.

Rewşa siyasî û emnî ha herêmî û welatên cîran,operasiyona azadkirina Mûsilê û çareserkirina pirsgirêkên nvabera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalogê hin mijarên din yên civînê bûn.

Top