• Thursday, 11 June 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê ji bo hevpeymaniya şerê Da'îş kir

Gulan Media March 18, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê ji bo hevpeymaniya şerê Da'îş kir
Roja înê 18.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serok Obama yê ji bo hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da'îş û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matîus Mîtman Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji fermande û berpirsên bilindên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî Da'îş behsa hewlên welatê xwe yê yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge kir û Serok Barzanî ji wan hengavên ji bo bi cîhkirina gihandina hevkariyên ji bo hêzên Pêşmerge agahdar kir.

Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên operasyona azadkirina Musilê yên bi beşdariya hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kirin û tekez jî li ser pêwîstiya hebûna rêkkeftinekî siyasî ya li navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ya qonaxa piştî azadkirina Musilê kir ku ew jî bi mebesta rêgirtina li serhildana kêşe û giriftên birêvebirin û parastina navçeyên azadkiriyane.

Li beşekî dinê civînê de ronahî xiste ser rewşa Sûriye û paşaroja wî welatî û bîr û ramana federalîzm ya wî welatî û her wiha di derbarê girjî û aloziyên di navbera Tirkiye û PKK û metirsiyên geşbûna girjiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top