• Thursday, 11 June 2026
logo

John Kerry: Kareseta Kurdên Êzidî li ser destê DAIŞê, Cînosayde

Gulan Media March 17, 2016 Nûçe
John Kerry: Kareseta Kurdên Êzidî li ser destê DAIŞê, Cînosayde
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry ragehand ku, tiştê ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî û kemîneyên din li Iraqê û Sûriyê kirî, ji aliyê Amerîka ve bi cînosayd da nasîn.

Îro 17 Adarê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di kongireyekî ronamevanî de ragehand ku, welatê wî berî niha dabû ku tiştê DAIŞê bi serê Kurdên Êzidî kirî wek cînosayd bide nasîn, herwiha amaje bi wê yekê kir tiştê DAIŞê bi sere Êzidî, Kirîstiyan û Şîaa kiriye cînosayde.

Ev yekemîn care ku piştî sala2004 ku ji aliyê Amerîka dan bi cînosayd bo ser neteweyek dide, piştî cînosayda Darfor li Başûrê Sûdan.

Berî niha jî navborî bi fermî ragehandibû ku DAIŞê tawanên mezin bi serê Êzdiyan ve kiriye, jin û zarokên wan revandin û jinên wan jî li bazaran firoştin.

Roja Duşema derbasbûyî Kongirêsê Amerîka biryar da ku kareseta bi serê Kurdên Êzidî û Kirîstiyanên Sûriyê û Iraqê ve hatiye li ser destê DAIŞê Cînosayde.

John Kerry herwiha got: “Ev biryar gelekî girînge, lê ya girîngtir ewe ku em wê deverê ji çekdarên DAIŞê were paqij kirin.”

Basnews
Top