Serok Barzanî li gel Encûmena Dadwerî û Dezgeha Çavdêriyên Herêma Kurdistanê civiya
Li civînê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevahî ji bo Encûmena Dadwerî û Dezgeha Çavdêriya Herêma Kurdistanê dûpat kir û rênuwêniyên pêwîst ji bo bi leztir kirina proseya çaksaziyê ji bo amadebûyên civînê xisterû û daxwaz jî kir li bi cîhkirina biryaran çavpoşî li kesek neyê kirin û hîç doz û kesek jî ji lêpirsîn û dadgahîkirinê neyê îstîsna kirin li her pile û payeyek da bê û ser bi her hêz û aliyek bê û her wiha hengavên çaksazî û duvdaçûnê ji bo gendelî û serpêçiyên hemû bajar û bajarokên Kurdistanê li xwe bigre.
Li beşekî dinê civînê de beşdarbûyan ronahî xistin li ser hengavên kirdariyên proseya çaksaziyê û behsa wan astengiyan kirin ku dibine rêgir li ber duvdaçûna dozan û biryarên pêwîst ji bo nehiştina astengan dan.
