Serok Barzanî û Ryan Clark Crocker civiyan
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa Iraq û Kurdistanê û her wiha pêşhat û guhertinên siyasî û emnî û pêşbîniyê wan yê ji bo paşaroja Iraq û navçeyê û Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser şerê Da'îş û hereşeya terorîstan û ew fakterên siyasî karîgerin li ser rêrewa guhertinên navçeyê kirin.
Her li vê hevdîtinê da şanda mîhvan behsa projeya raporekî taybetî kirin ku encûmena wan li ser paşaroja Iraqê amade dike û paşê dixe ber îdareya paşaroja Wîlayetên Yekgirtiyên Amerika.
