Mesrûr Barzanî: Kurdistana serbixwe dibe fakterê aramiyê li deverê de
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya tîmeke karî ya civata Atlantîcê bi Serokatiya Konsulusê berê yê Amerîkayê yê li Îraqê Ryan Clark Crocker kir.
Di civînê de giftûgo derbarê qirîzên deverê, şerê dijî terorîstên DIŞIê, pêşeroja Îraqê û herwiha nakokiyên navbera aliyan hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku bo parastina aştiyeke mayende nabe şaştiyên berê li deverê de werin dûbare kirin.
Her di civîna han de Mesrûr Barzanî behsa bingeh û esasê kêşeyên heyî kir û got: Dema vê yekê hatiye ku Rojava çareseriya ew nadadperweriye bike ku beriya 100 salan li deverê de hatiye kirin.
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku me gelek bijarde bo bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên Îraqê cerbandin, bila bijardeyên din jî bicerbînin û got: Kurdistana serbixwe bijardeya yekaneye ku heta niha nehatiye cerbandin bêgoman Kurdistana serbixwe vê bibe fakterekî girîng bo aramiyê li deverê de û eger nikarin bihevre di nava yek welat de bijîn vê demê dibe em bibin du cîranên baş bo hevûdu.
Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku nabe gelê Kurd baca şaştiyên xelkên din bike û li benda demeke gonacav bimîne.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku li ti serdemekî de Îraq welateke aram nebûye û got: Niha karê me yê herî li pêş şerê dijî terorîstên DIŞIê ye lê nabe pêk anîna refrandomê bibe barimteya vê şerê han jiber ku girînge ew refrandoma han were pêkanîn daku were zanîn ka gelê Kurd çi dixwaze û tekez li ser vê yekê jî kir ku lazime û dema vê yekê jî hatiye ku guhdariya gelê Kurdistanê were kirin daku bizanîn daxwazên vî çîne.
Di berdewamiya civînê de amadebûyên civînê derbarê hin mijaran de çend pirs ji Mesrûr Barzanî pirsîn û Barzanî jî bersifa wan pirsan da.
Ew heyeta mêwan anjî tîma karî ya civata Atlantîcê ji 25ê psporan pêk hatiye û niha meşxûlî lêkolîn kirin li ser çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî û pêşeroja Îraqê ye lewre îro hatiye Kurdistanê daku hijmarek hevdîtinan pêk bîne û pişt re jî encamên hevdîtinên han bike weke raportekî û pêşkêşî rayedarên Amerîkayê bike.
