Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Brîtanya kir
Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Brîtanya pesnê hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo çaksaziyê û rûbirûbûna qeyrana darayî kir û bi handerekî baş jî zanî bo civaka navdewletî ku berdewam bê li palpiştîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê. Her wiha ji bilî balkişandina wan tehediyatên rûbiruyê Herêma Kurdistanê bûye, wê yekê dûpatkir ku welatê wan li hevkarîkirina serbazî ya Pêşmerge de berdewam dibe û çawa li şerê Da'îş da piştevanê Herêma Kurdistanê bû wiha jî li rûbirûbûna qeyrana aborî de li gel Kurdistanê da dibê.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta welatê Brîtanyayê kir û di derbarê qeyrana darayî de balkişand li ser wê yekê ku qeyrana darayî dikarê firsetek bê bo me ku bikarîn bi xwe da biçîn û çaksaziyên bingehîn encam bidîn û tekez kir ku xelkê Kurdistanê û aliyên siyasiyan palpiştê proseya çaksazî û rûbirûbûna qeyrana darayîne. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku dikarin ezmûnên Brîtanya yên li warên kargêrî û çaksaziyê de yarmetîderê Herêma Kurdistanê bê.
Her li vê kombûnê da behsa amadekariyên proseya azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îşê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo dilniyabûna pêkhatan ji paşaroja xwe û rêgirtina kêşeya nû pêwîste berî azadkirina Musilê rêkkeftineke siyasî bi beşdariya Neteweyên Yekgirtî û welatên hevpeyman li navbera aliyan da hebê.
Li beşekî dinê civînê de behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û rêwşuwênên yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya li ruyê darayî ve kirin.
Hêjayî gotinêye piştî civînê Serok Barzanî û Wezîrê Derveyê Brîtanya li civîneke rojnamevanî da naveroka civînê ji bo dezgehên ragihandinê xisterû û bersîva pirsiyara rojnamevanan dan.
