Almanya balyozxaneya xwe li Tirkiyê girt
Wezareta Derve ya Almanya îro pênşemî 17ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, wî welatî bi sedemên ewlekariyê balyozxaneya xwe ya li bajarê Enqerê yê paytexta Tirkiyê girtiye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya, jibilî balyozxaneyê, wî welatî biryara girtina konsulxaneya xwe û xwandingeheke Alamnî li bajarê Stenbol ê Tirkiyê jî daye.
Wezareta Derve ya Almanya destnîşan kir, ji ber hişyariyek nepiştrstkirî ya derbarê îhtîmala pêkhatina êrişek li dijî welatiyên almanî li Tirkiyê, biryara girtina balyozxane û konsulxane yên wî welatî li Tirkiyê hatiye dan.
Almanya roja sêşemiyê 15ê Adarê derbarê egera êrişeke îhtîmalî de hişyarî da bû welatiyên xwe yên li Tirkiyê.
Şeva 13ê Adarê teqînek li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê çê bû û di encamê de 37 kes hatin kuştin û 122 kes jî birîndar bûn.
Berî ku teqîna Enqerê biqewime, Balyozxaneya Amerîkayê derbarê egera êrişên terorîstî li Enqerê hişyarî dabû.
Rudaw
