Barzanî: Qedera Rojavayê Kurdistanê nediyar e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel televizyona Sky News a Erebî de ku dê îşev çarşemî 16ê Adarê were weşandin, behsa Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa Kurdan li Sûriyê dike.
Mesûd Barzanî di vê hevpeyvînê de dibêje: “Kurdên Sûriyê ji ber ew cudabûna ku di nav refên wan de çê bû, gellek tişt ji dest dan. Ew jî arîşeya herî mezin e.”
Barzanî amaje bi hewlên xwe bo avakirina yekîtiyekê navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “Di destpêka bûyerên Sûriyê de ez wek birayekî ligel hemû aliyên Kurdî civiyam, çimkî ez rê bi xwe nadim destwerdanê di karûbarên wan de bikim, belku ez wek bira û hevalekî di xema wan de me. Min daxwaz ji wan kir, yekgirtî bin û biryarê bidin, ku gelo ew li dijî rejîma Sûriyê ne, yan jî ligel rejîmê ne.”
Barzanî tekez dike: “Gellek nakokî di navbera Kurdên Sûriyê de hene. Wan ti rêkevtin ne ligel rejîmê û ne jî bi Dijbereyê re nîne. Ne rejîma Sûriyê mafê gelê Kurd li Sûriyê nas dike û ne jî Dijbereya Sûriyê mafên wan nas dike û nizanim ber bi çi aliyekê ve diçin.”
Serokê Herêma Kurdistanê dide xuyakirin, ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê tenê wek amûr û şerker tên bikaranîn û dide xuyakirin: “Kurdên Sûriyê tenê wek şerker tên bikaranîn, ez nizanim piştî bi dawî hatin aşer dê çarenivîsa wan çawan be.”
Roja duşemî 14ê Adarê, Koşka Kremlîn, koşka serokatiya Rûsya ragihand, ku Serokê Rûsya Vladimir Putin fermandaye Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Shoygu daku hêzên wî welatî ji Sûriyê paşve vegerîne.
Çavdêr û navendên siyasî-serbazî ew biryara Rûsya wek pêşhatek nû di navbera Amerîka, Rûsya û welatên din ên bihêz ên deverê bi nav dikin, ku dibe li ser yekalîkirina çarenivîsa arîşeyên Sûriyê û pêşeroja wî welatî lihev kiribin.
Rudaw
