• Saturday, 21 February 2026
logo

TAK berpirsyaretiya xwe ji teqîna Enqerê ragehand

Gulan Media March 17, 2016 Nûçe
TAK berpirsyaretiya xwe ji teqîna Enqerê ragehand
Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê(TAK) berpirsyaretiya xwe derbarê teqîna Enqerê ya ku,di 13ê vê mehê de hatibû encam dan ragehand.

Di 13ê vê mehê de, li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê li rawestgeheke nêzikê GuvenParkê bi wesayîteka bombekirî êrîşek hat kirin. Di encam de 37 kesan canê xwe ji dest da û 125 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku, xwekuja teqîna Enqereyê keseke 24 salî a bi navê Seher Çagla Demîrel e û ji sala 2013an ve pêwendiya wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê re heye.

Berî niha jî Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê(TAK) berpirsyaretiya xwe ji teqînekî din re li bajarê Enqerê ragehandibû.

Divê biçî hundir jib

K24
Top