• Saturday, 21 February 2026
logo

ROJAVA - Sûriyê gef li Federasyonê xwar!

Gulan Media March 17, 2016 Nûçe
ROJAVA - Sûriyê gef li Federasyonê xwar!
Sûriyê li hember hewlên bo ragihandina sîstema federasyonê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê yekemîn berteka xwe nîşan da û ragihand, her hewleke yek alî ya Kurdan dê rastî şikestinê were.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekbûyî û Serokê Şanda Danûstandikar a Hikûmeta Sûriyê di muzakereyên Jenêvê de, Beşar El-Ceiferî piştî civîna duyem a ligel Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) li Sûriyê Staffan de Mistura konfranseke rojnamevaniyê lidarxist û ragihand, gotûbêj bi awayeke baş û erênî derbas dibin û hêvî kir, ku têbîniyên Şamê di muzakereyan de werin berçavgirtin.

Beşar El-Ceiferî derbarê civînê de got, civîn bi awayeke baş derbas bû û cihê hêviyê bû. El-Ceiferî herwiha got: “Me di civînê de lihev kir, ew pêşniyarên ku du roj berî niha me li ser wan lihev kiribû, bişopînin. Biyar hat dan, zêdetir li ser wan pêşniyaran gotûbêj werin kirin, daku di civîna bê de bo cara dawî werin nirxandin, daku nûnerê NY bikaribe ji qonaxa şeklî bigihîje qonaxa naverokê.”

Helwesta Sûriyê li ser Federasyona Rojavayê Kurdistanê

Nûnerê Sûriyê li NY herwiha di beşeke din a daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de behsa mijara ragihandina Federasyona Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji aliyê aliyên Kurdî yên wî welatî ve kir.

Beşar El-Ceiferî li ser wê yekê ragihand: “Ewa ku em li wir bo wê hewl didin, parastina yekparçeyî, yekgirtin û yekîtiya axa Sûriyê ye. Em bo yekîtiya erd û xelkê Sûriyê hewl didin. Ji ber wê jî ez li ser hewlên yekalî naaxivim.”

El-Ceiferî di berdewamiya gotinên xwe de tekez kir: “Kurd aliyek bihêz in li Sûriyê ku em şanaziyê bi wan dikin û ew jî şanaziyê bi me dikin. Em çend sedsal in ku bi hev re ne, lê her hewleke yek alî dê rastî şikestinê were.”

Serokê Şanda danûstandikar a Sûriyê di gotûbêjên Jenêvê de, li ser pirsyara gelo we di muzakereyan de behsa kiryarên leşkerî yên Tirkiyê û derbasbûna hin çekdaran ji sînorê Tirkiyê bo nav Sûriyê jî kir an ne, wiha got: “Belê me li ser wê mijarê re gotûbêj kir. Ew yek ji wan mijaran bû ku em li ser sekinîn… Me tenê behsa derbasbûna hin kesên çekdar ji Tirkiyê nekir, belku me behsa wan terorîstan jî kirk u li başûr ji aliyê Îsraîlê ve tên piştevanîkirin.”

Rudaw
Top