AMERÎKA: Federasyona li Sûriyê bi mercekê!
Wezareta Derve ya Amerîkayê roja çarşemiyê li ser mijara avakirina sîstema federasyonê li Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe ya yekemîn diyar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li Washingtonê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ew bi mercekê li ser avakirina federasyonê li Sûriyê razî ne.
Mark Toner got, eger gelê Sûriyê li ser sîstema federasyonê gotûbêj bikin û li ser wê yekê lihev bikin, Amerîka li dij dernakeve.
Toner herwiha got, ew li dijî hewlên yekalî bo ragihandina damezrandina herêmek federal li Sûriyê ne.
Toner wiha got: “Eyaletên Yekgirtî li dijî ragihandina yekalî ya herêmên xweser ên federal li Sûriyê ye, lê belê li dijî federaliyê nabe, eger xelkê Sûriyê (wê yekê) wek beşek ji muzakere û çareseriyên siyasî hilbijêrin.”
Rudaw
