• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyazê Rusya rewşa deverê û Herêma Kurdistanê dinirxînin

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Balyazê Rusya rewşa deverê û Herêma Kurdistanê dinirxînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Roja Çarşem 2010-3-16 li Silêmaniyê pêşwaziya Balyazê Rusya li Îraqê Îlî Morganov û şandeka pê re kir ku ji konsulê vî welatî li herêma kurdistanî pêkhatibû.

Li Hevdîtinekê behsê dawîn pêşhatên şerê dijî terorê li Herêma Kurdistanê û Îraqê û Surya hate kirin û bal kişandine ser bandora vî şerî li ser demê niha û paşeroja deverê.

Her di vê civîne de Serokwezîr sipasiya Rusya ya Federal kir ji bo alîkariyên serbazî ku li demê çend rojên borî gehiştine Herêma Kurdistanê û her wiha daxwza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkilî tevî Rusya nîşanda. Pêdagirî li ser vê yekî jî kir ku ji bo şikandina terorîstên DAIŞê li Kurdistan û deverê, pêşmerge pêwîstî bi alîkariyên berdewamêm civaka navdewletî heye.

Li pareka din hevdîtinê, behsê têkiliyên nvbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal hate kirin û bal kişandine ser pirsên çareser nekiriyên navber Hewlêr û Bexdayê. Serokwezîran derbarê vê pirsê xuya kir Herêma Kurdistanê wek herdem daxwaze pirs û nakokî bi riya danûstan û ji hev têgihştinê digel Hikûmeta Îraqa Federaê çareser bike û her bi vê riyê hizra metodekê nûya têkilî navbera herdu aliyan bihê kirin, ji ber ku metodê berê têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê şikistî ye û serketî nebûye.

Balyozê Rusya bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma kurdistanû û hevdîtina Serokwezîran, piştgîriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê nîşanda û hêviya serketinê ji bo Pêşmerge û Kurdistanê di vî şerî de xwest.

Top