• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Endamekî Parlemena Tirkiye ya li ser Lîsta HDP kir

Gulan Media March 16, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Endamekî Parlemena Tirkiye ya li ser Lîsta HDP kir
Roja çarşem 16.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dengîr Mîr Mehmet Firat Endamê Parlemenê Tirkiye ya li ser Lîsta HDP kir.

Li hevdîtinê de Dengîr Mîr Mehmet Firat Endamê Parlemena Tirkiye ya li ser Lîsta HDP pesnê rola Serok Barzanî ya li tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê kir û wê yekê xisterû ku Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê Serok Barzanî bi Serokê xwe dizanin û ji bo mîsogekirina mafên gelê Kurd hebûna Serok Barzanî bi sedemeke girîng zanî. Her wiha ji bilî balkişandina wê derfeta zêrîna ku li Başûrê Kurdistanê ji bo serbixweyî yê li holê daye, daxwaz kir ku partiyên siyasiyênî Başûr berpirsanetir tevbigerin û sûd ji derfetan werbigrin. Her wiha li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji naveroka rûdanên vê dawiyê yên Bakûrê Kurdistanê agahdar kir û nîgeraniya xwe jî nîşan da ku li Bakûr hemû alî pişt li eqlaniyet û mentîqê dikin û derencama vê tevgerê welat berev karesat û şerê neteweyî dibe tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste aliyên Kurdan li Bakûr li rêya xebata siyasî û Parlemenî da hebûna xwe biselmênin û şer û tolhildan û rik hîç derencamekî xwe nabê.

Li beranber da Serok Barzanî li gotarek da balkişand li ser guhertinên siyasiyên navçeyê kir û balkişand li ser wan derfet û hereşeyan da ku li ber gelê Kurdistanê da hene û di derbarê rewşa Bakûrê Kurdistanê de tekez li wê yekê kir ku teror û şer û tundutîjî dibê sedema malwêranî û ji destdana derfetan û eve jî xisterû ku her wekî çawa berê kar ji bo proseya aştî kiriye niha jî ewê li şiyanê bê dike, bo ku ew girift kûrtir nebin û qeyran û alozî zêdetir neke.

Top