Salvegera raperîna Hewlêrê hate bîranîn
Duh li Hewlêrê weke bajar û deverên din yên Kurdistanê salvegera raperîna mezin ya gelê Kurd a li dijî rejîma dîktator ya Besê hate bîranîn.
Di wan çalakî û ahengan de, raperîna gelê Kurd yaku di Adara sala 1991an de li dijî rejîma Besê hatibû meşandin bi pêngaveke girîng û dîrokî hate wesifkirin û herwiha hate gotin ku lazime civaka Kurd û tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de bi rihê raperînê têkoşîna xwe bi meşînin.
