Nûnerê Obama spasiya şervanên ROJAVAyî kir
Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û operasyona derxistina Şedadê ji destê çekdarên DAIŞê axivî.
Malpera Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di tora civakiya Facebookê de belav kir, Brett McGurk bi amajekirin bi wê yekê ku navçeya Şedadê yek ji navendên sereke yên çekdarên DAIŞê bû, tekezî li ser bihêzî û wêrekiya şervanên HSDê di şerê kontrolkirina wê navçeyê kir.
McGurk wiha got:
“Em spasiya wêrekiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin, ku di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê de, ku binkeyeke sereke ya terorîstên DAIŞê bû, ji xwe nîşan dan.”
Ew daxuyaniya McGurk roja çarşemî 9ê Adarê li ser hesaba wî ya di Twitterê de hatiye belavkirin û malpera Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di Facebookê de îro Înê 11ê Adarê belav kiriye.
Ji aliyekê din ve Nûnerê Obama di twittek din de behsa amadebûna serkirdeyê pilebilindê DAIŞê Ebû Omer Çeçenî li Şedadê kiriye û ragihandiye: “Amadebûna serkirdeyê cîhanî yê terorîstan Shishani li nêzîkê Şedadê giringiya wê herêmê ji DAIŞê re derdixe pêş. Lê belê ew niha li wê derê hatine jinavbirin.”
Grateful for courage of the Syrian Democratic Forces in liberating #Shadadi, which had been a key stronghold for #ISIL terrorists. #SDF
— Brett McGurk (@brett_mcgurk) March 8, 2016
Rudaw
