• Friday, 20 February 2026
logo

'Operasyon dê li Şirnex, Gever û Nisêbînê destpê bikin'

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
'Operasyon dê li Şirnex, Gever û Nisêbînê destpê bikin'
Wezîrê Karên Naxvxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala di derbarê operasyonên artêş û polîsên Tirkiyê yên li Bakûrê Kurdistanê de got ku li Nisêbîn, Gever û navenda Şirnexê jî operasyon wê destpê bikin û wiha axivî: “Li navenda Şirnexê, navçeya Geverê ya Colemergê û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê xendek hene û divê ev bên paqijkirin.”

Efkan Ala di berdewamiya axaftina xwe de got ku beriya nîv rojê welatiyên li herêmê di derbarê destpêkirina operasyonê de tên agahdarkirin û got, “Dema amadekarî hatin kirin wê operasyon destpê bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku niha li navçeya Gever a Colemêrgê operasyonê destpê kiriye û sewqiyateke leşkerî ya mezin ji bo navçeyê tê kirin û duh bi şer ji Wanê 80 tank ji bo operasyona Geverê gihaştin navçeyê. Li Nisêbîn û Şirnexê jî beriya niha hatibû ragihandin ku operasyon wê bên destpê kirin û tê gotin ku ji gelê li herêmê cih warên xwe terikandin e.

Basnews
Top