• Friday, 20 February 2026
logo

‘Sala 2015 ê li Îranê sala reş e’

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
‘Sala 2015 ê li Îranê sala reş e’
Di raporta nû ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de, behsa darvekirina 967 welatiyên îranî di sala 2015an de tê kirin û li gorî rêxistinê ji sedî 95ê wan darvekirinên ku li navçeyên etnîkî birêve diçin nayên belav kirin.

Di 8emîn raporta Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de ku baregaha wê li Osloya paytexta Norwecê ye û Mehmûd Emîrî Muqedem serokatiya wê dike, di nava sala 2015an de cezayê darvekirina 967 welatiyan li girtîgehên Îranê birêve çûye û 19 kes ji wan jin bûne.

Rêjeya darvekirinê her sal zêde dibe

Ev hejmara han di demekê de ye ku sala 2014an li Îranê 735 kes hatibûn darvekirin. Berhevkirin ligel sala 2015an rêjeya darvekirinan ji sedî 29 zêde bûye û bi awayekî berdewam rojane 2-3 kes tên darvekirin.


Raport wiha berdewam dike: ‘105 kes li zîndanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û piraniya wan jî kurd bûne. 76 kes li zîndana Urmiyê, 11 kes li zîndana Kirmanşan, 10 kes li Sine, 5 kes li Loristan û 3 kes jî li zîndana Îlamê hatine darvekirin.'

Rêjeya darvekirinê li Îranê gelekî zêde bûye. Li gorî sala 2008an ew rêje ji sedî 300 zêde bûye. Ji ber di sala 2008an de tenê 350 kes hatine darvekirin. Li gorî heman rêxistinê, di hundirê 2 sal û nîvê ku Hesen Rûhanî bûye Serokkomarê Îranê de 2162 kes hatine darvekirin.

Basnews
Top