Li Sûrê 7 cenaze hatin dîtin
Li navçeya Sûrê ya Amedê, roja 9ê vê mehê operasiyon bidawî hatin lê heta niha qedexeya derketina derve didome.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak li ser rewşa Sûrê agahî da û got, şeva borî cenazeyên 7 şervanan li nav Sûrê hatin dîtin û bo nexweşxanê hatin veguhestin.
Derheqê nasnameya wan cenazeyan de jî Dekak got, ew cenaze yên şervanên YDGHê ne lê heta niha nayê zanîn ka kî ne.
Dekak li ser rewşa navçeya Geverê ya Colemêrgê jî agahî da û got, artêşa Tirkiyê gellek wesayîtên zirhî û tank veguhestiye Geverê.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, amadekariyên operasiyonê li Şirnex û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî tê kirin.
Rudaw
