• Friday, 20 February 2026
logo

Rewşa Mûsilê têkçûye û xelk dixwaze xwe bigehîne Pêşmerge

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
Rewşa Mûsilê têkçûye û xelk dixwaze xwe bigehîne Pêşmerge
Fermandarekî hêzên Pêşmerge amaje bi rewşa nawa Mûsilê kir û got; rewşa Mûsilê têkçuye û xelk dixwaze xwe bigehîne hêzên Pêşmerge.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên bereyê Başîkê Hemîd Efendî ji BasNewsê re ragehand: Piraniya xelkê bajarê Mûsilê dixwazê birewine cîhên ku di dest hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ne. ji ber rewşa nawa Mûsilê bi temamî têkçûye, terorîstên DIŞIê belav bune, ji ber wê dixwazin xelkê bibin bereyên şer, lê zanyariyên temam di dest me de hene ku DIŞI têkçunekî mezin jiyan dike û di heyamekî kêm de bi temamî têk diçin. Herwaha got: ‘’Ji bo azadkirina Mûsilê dest me de nîne, azadkirina Mûsilê jî pir zihmet nîne. Lê divê hikûmeta Iraq biryar bide.’’
Top