• Friday, 20 February 2026
logo

80 tank derbasî Geverê bûn!

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
80 tank derbasî Geverê bûn!
Artêşa Tirkiyê 80 tank derbasî navçeya Geverê ya Colemêrgê kir.

Şer û pevçûn ji pêr ve li navçeya Geverê ya Colemêrgê dest pê kiriye. Heta niha sivîlek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî medyaya Tirkiyê, duh jî 80 tank derbasî Geverê hat kirin.

Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk ketine dibistan û medreseyan û tê de bicîh bûne.

Heta niha bi fermî qedexeya derketina derve li wî bajarokî nehatiye ragihandin lê bajar di rewşek awarte ye.

Navçeya Geverê ya Colemêrgê, bajarekî sînorî ye ku bi Rojhilat (Ormiye) û bi Başûr (Devera Barzanî) re hevsînor e. Ji Geverê heta Colemêrgê, 77 km e û nifûsa bajêr jî derdora 120 hezar kes e.

Rudaw
Top