Parlamenterê YNKê: Rêkevtina YNKê û Goran 2 îdareyî yê wê çêke
Endamê fraksiyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî civîna polît bûroya YNKê ya îro, divê gotûbêj li gel Tevgera Goran û Komela Îslamî û Yekgirtûyên Îslamî bê kirin, ku rewş li vê zêdetir xirap nebê. Ji ber ku YNK eger xwe bide aliyekî rewş xiraptir dibe.’’
Mawetî diyar kir; Eger YNK xwe bide aliyê PDKê fişar li ser çêdibe, Eger xwe bide gel Tevgera Goran Kurdistan dibe dû îdareyên cuda û diyar kir: ‘’YNK dixwaze balansekî di navbera hêzan de ava bike û heta hilbijartinên pêş rewşa Kurdistanê têkneçe. Ji ber ku rewşa Navnetewî ji bo Kurd û YNKê jî derfetên giring afrandiye û ev di berjewendiya hemû aliyan de ye.’’
Basnews
