Daxuyaniya Tirkiyê derbarê hilgirtina parêzbendiyê ji ser 5 serkirdeyên HDPê
Navborî di hevdîtinekê de ligel kenala NTV a Tirkiyê ragehand ku, niha tirkyê wek av û nan pêwîstiya wê bi destûrekî nû heye.
Herwiha got: “Bila em maweyekê bidin hev jibo ku em li ser destûrekî nû gotûbêjan bikin, em wek AKPê em dê pirojeya xwe jibo destûra nû amade bikin û bila partiyên din jî pêşnaiyarên xwe bînin ziman.”
Herwiha derbarê hilgirtina parêzbendiyê ji ser 5 endamên HDPê got: “Jibo em berevaniyê di ber domokratiyê bikin em vê biryarê didin, bila ti kes wek kardekî siyasî li vê pêngavê temaşe neke, jibe rem vê yekê bi ti şêweyeyî wek fişrek siysî nakin, bi tenê me ev mijar birie parlemen û me negotiye em dê bi tenê vê biryarê bidin.”
Herwiha ragehand ku, di meha Hizêrana bê de wê welatiyên Tirkiyê karibin bê vîza serdna hemû welatên Ewrûpa bikin.
Rudaw
