Li ser riya Kerkûk – Silêmanî teqîneyek, şehîd û birîndar hene
Çavkaniyekê ji polîsa Kerkûkê ev nûçe piştrast kir û ji BasNews re ragehand: “Êvara îro 9 Adarê di dema ku hezek hevbeş otombîlek bombekirî li ser riya Kerkûk-Silêmanî pûç dikirin, otombîl bi wan ve teqiya, bi vê sedemê du karmendên Dijî Terorê û Asayişê şehîd bûn û du karmendên din jî birîndar bûn.”
Çavkaniyê got jî: “Otombîl bombekirî bû û ji aliyê sê têrorîstan ve ber bi Silêmanî ve diçû, lêbelê ji aliyê hêza hevbeş ve hatin destgîr kirin û piştre jî di dema ku hêza hevbeş dixwestin wê pûçbikin bi wan ve teqiya.”
Basnews
