• Friday, 20 February 2026
logo

Mislim: Divê sîstema “Ne navendî” li Sûriyê were qebûlkirin

Mislim: Divê sîstema “Ne navendî” li Sûriyê were qebûlkirin
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, divê sîstema “Ne navendî siyasî” li Sûriyê were gotûbêjkirin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji ajansa “Rueters” re derbarê danûstandinên aştiyê de yên ku biryar e di 14 vê mehê de li Cenêvê birêve biçin, ragihand ku, divê danûstandin bo misogerkirina cibicîkirina agirbestê û binavkirina grûpên teroristî û pêşeroja Sûriyê werin gotûbêjkirin.

Mislim yê ku di danûstandinên aştiyê li Cenêvê beşdar nabe, tekezî li ser cibicîkirina sîstema “Ne navendî” li Sûriyeya pêşeroj kir û got ku, ya girîng ne nav e, ya girîng naverok e.

Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura duh ragihand, ew ti nameyên vexwandina gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê birê nakin, aliyên di gera yekem beşdar bûne, dê di gera duyem de jî beşdar bibin.

Biryar bû, di 10 Adarê de gera duyem ya danûstandinên aştiyê di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de dest pê bikirana, lê bo 14 vê mehê hat paşxistin.

K24
Top