Îranê pêşniyar da Kurdistanê: Petrolê bi axa me re bişînin bazarên cîhanê!
Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê Seidullah Mesûdê ji Rûdawê re aşkere kir, ku berpirsên Hikûmeta Îranê pêşniyar kiriye, Başûrê Kurdistanê petrola xwe bi rêya Îranê derbasî bazarên cîhanê bike û bifiroşe.
Seidullah Mesûdî di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê de, li ser têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û Îranê û pêşhatên nû yên di navbera her du aliyan de axivî.
Seidullah Mesûdî ragihand: “Di çendîn civînan de me pêşniyar daye berpirsên Herêma Kurdistanê, ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê bi axa Îranê re bo Kendavê bê veguahstin.”
Mesûdî aşkere kir: “Şîrketên mezin ên Îranê şiyana encamdana vê projeyê hene û tenê îradeya bihêz a her du alîyan bo cîbicîkirina vê projeyê re pêwîst e.”
Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê herwiha da xuyakirin: “Di hevdîtineke ligel Parêzgarê Silêmaniyê de, ji min re hat gotin ku di van nêzîkan de girêbestên çêkirina wê boriya petrolê tê were ragihandin û em li benda biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”
Aşkerekirina vê pêşniyara Îranê di demekê de ye, ku zêdetirî 3 hefteyan e, şandina petrola Başûrê Kurdistanê bo derve bi rêya boriya petrola Kurdistan-Ceyhan hatiye sekinandin.
Pisporên warê wuzeyê dibêjin, ku Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi alternatîvekê bo hinartina petrola xwe bo bazarên derve heye.
Rudaw
