PDK: Rê nadin PKKê beşdarî şerê Mûsilê bibe
Parlementarê Kurd li ser lîsta parêzgeha Nînewa Dr. Macid Xelef Hemo ji BasNews re ragehand: “Parlementar Ebdulrehîm Şemerî, hezek Heşda Şeibî ji xizmên xwe û hoza Şemeran durust kiriye û li gel Partiya Karkirên Kurdsitanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêkeftiye jibo ku beşdarî rizgarbûna Mûsilê bibin.”
Li gorî zaniyariyênwî parlementerê Kurd hêza Şimer li nêzîkî gundê UM Zîban li ser sînorê Iraq û Sûriyê li nêzîkî Şingalê pêkhatiye û got: “Ew navçe ji sînorê Sûriyê di bin deselata YPGê de ye û hêza wan jî ji 500 kesî bêhtire, ligel hikûmeta Iraqê rêkeftine û dengoyek heye ku wan meha derbasbûyî wek Heşda Şeibî mûçe wergirtine.”
Wî parlementerê Kurd ku di lîsteya PDKê de got: “Em qebûlnakin hêç hêzek jibilî PÊşmerge û artêşa Iraqê bi alîkariya Amerîka beşdarî rizgar kirina Mûsilê.”
Herwiha tekez kir: “PKKê bergiriyê di ber axa Kurdistanê de dikin, lêbelê nabe ku ew beşdarî rizgar kirina Mûsilê bibin jiber ew ne sînorê wan e, lêbelê sînorê Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Derbarê heta kîjan astê wê hikûmeta Iraqê razîbe ku gerîlayên PKKê û Şervanên YPGê beşdarî rizgarbûna Mûsilê bibe got: “Hikûmeta Iraqê razînabe û pênexweşe ew beşdar bibin, dengoyek jî heye ku wan bêhtir ji 4 hezar çekdar amade kirine û dixwazin beşdarî şerê Mûsilê bibin lêbelê ev yek ne ji aliyê me ve, ne ji aliyê hikûmeta Iraqê vet ê qebûl kirin û çênabe ew beşdarbin.”
Berî niha Encûmena Parêzgeha Nînewa civiya û dend li ser nebeşdarbûna Heşda Şeibî di şerê rizgar kirina Mûsilê de biryar dabû.
Basnews
