"Pêşmerge ji bo rizgarkirina Mûsilê amade ne"
Derbarê amadekariyên rozgarkirina Mûsilê de Behcet Teymez agahî dan û got: "Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji sala 2015an ve bakur, rojava û rojhilatê Mûsilê kontrol dikin. Niha tenê başûrê bajêr di destê DAIŞê de ye û artêşa Iraqê li wir bi cîh dibe. Dema operasyon dest pê bike wê her kes ji navçeya xwe êrîş bike."
Teymez diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji bo operasyonê amade ne û wiha axifî: "Amadekariyên me bidawî bûn, em li benda fermanê ne. Niha artêşa Iraqê ne amade ye û li herêmê bi cîh nebûye. Ji bo amadekariyên leşkerên Iraqê dem pêwist e."
Behcet Teymez da zanîn ku morala DAIŞê ji ber nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin şikestiye û axaftina xwe wiha qedand: "DAEŞ ji aliyê leşkerî û moralê ve têk çûye. Dizanin ku rizgarkirina bajêr nêzîk e, loma jî bi hemû hêza xwe êrîşî Pêşmergeyan dikin."
Piştî ku artêşa Iraqê nikarî li ber xwe bide û reviya DAEŞê di Hezîrana 2014an da bajarê Mûsilê dagîr kir û niha amadekariyên rizgarkirina bajêr tên kirin.
K24
