• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar da
Komîta Qeyranan a Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamên komîtê civiyan. Yekemîn biryar jî ew e bû ku mûçeyê 300 hezar nayê paşkeftin.

Îro 9 Adarê Birêveberê Fermangeha Bidwaçûn a Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman ku di civînê de beşdar bû ji BasNews re got: “Di civîna îro de mijara mûçe û paş keftina mûçeyê fermanberên Kurdistanê hat egotûbêj kirin.”

Herwiha got: “Biryara serekî ew bû ku fermanberên ku mûçeyê wan ji 300 hezar dînar kêmtire, mûçeyê wan nayê paşkeftin.”

Dr. Nûrî Osman ew jî ji BasNews re eşkere kir ku di xişteya nû ya mûçe de ew biryar hatiye stendin.

BasNews ji çavkaniyek agahdar naskiriye ku di civîna îro de biryar hatiye stendin ku mûçeyê pilebilindan bi rêjeya 50% were kêm kirin, herwiha biryar hatiye stendin ku qasî 7 milyar dînar jibo kêmendaman û xwedanên pêdawîstiyên taybet were terxan kirin.

Basnews
Top