Serok Barzanî li gel şandekî hevbeşa Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrupa, welatên Grûba 7 û Banka Cîhanî civiya
Li kombûnê da ku bi mebesta nirxandina hewlên navdewletiyên ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya derbasbûna ji qeyrana darayî û şerê Da'îş û çaksaziyê hate encamdan, Nûnerê Taybetî yê Sekretrê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku Serokayetiya şandê dikir wê yekê bi Serok Barzanî ragihandin ku civaka navdewletî pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û hewldanên Herêma Kurdistanê ya ji bo şerkirina li gel terorîstan û mîhvandarîkirina hejmarekî zêdeyê koçberan heye û her wiha agahdarî rewşa dijwara darayî ya Herêma Kurdistanê ne û bi girîngiyê ve behsa projeya çaksaziya Serok Barzanî kir û ragihand ku civaka navdewletî amadehiya yarmetîdana Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî û derbaskirina qeyrana darayî ye.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û wê serdanê wekî piştgîriyekî rûn ji bo gelê Kurdistanê li qelem da û li gotarek da ronahî xiste ser hewl û qurbanîdanên gelê Kurdistanê ya li şerê Da'îş û her wiha hewandina sedan hezar koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku her çende li qeyranekî dijwar ya darayî dene lê belê Pêşmerge erkê xwe yê nîştîmanî gelek bi başî li şerkirinê da bi cîh gihandiye û rûbirûbûna teror û yarmetîdana koçberan jî erkêke li ser milê hemû aliyekî nav civaka cîhanî. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li ruyê darayiyê ve hîç aliyek li şerê Da'îş û ji bo yarmetîdana koçberan hevkariya Kurdistanî nekir û dabezîna nirxa neft jî qeyrana darayî û rewşa Herêma Kurdistanê girantir kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û welatên Grûba Heft û Yekîtiya Ewrupa kir ku yarmetiya Kurdistanê ya li şer û hevkarîkirina koçberan de û her wiha bi cîhkirina çaksaziya bingehîna aborî û kargêriyê de bidin. Di derbarê proseya çaksazî û çareserkirina giriftên siyasiyên Herêma Kurdistanê Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvanan ragihand ku sûrin li ser çaksaziyê û bi hemû şiyanek ve hewl dide proseya çaksaziyê li ser bigrê û li ser rêya çaksaziyê kesek jî nabê asteng û li gel aliyên siyasiyan jî berdewam dibin bo ku qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê jî bê çareser kirin.
Li beşekî dinê civînê de beşdarbûyên kombûnê pirsiyar û têbîniyên xwe yên di derbarê şerê Da'îş û qeyrana darayî û koçberan û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serok Barzanî kirin û pêzanînên xwe bi eşkere Serok Barzanî re ragihandin û pêdagiriya serxistina çaksazî û dijayetîkirina terorê û çareser kirina qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihandin ku siyaseta Serok Barzanî handerê civaka navdewletiye bo ku bi hêviyê ve temaşa Herêma Kurdistanê bikin û amadehiya xwe jî ji bo yarmetîdana Kurdistanê li derbaskirina qeyrana darayî û her wiha serxistina proseya çaksaziyê nîşandan.
Hêjayî gotinêye her li vê kombûnê da Birêveberê Banka Cîhanî ya Iraqê Serok Barzanî ji hewlên Banka Cîhanî ya yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê agahdar kir.
