• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka dû firokexaneyan li Rojavayê Kurdistanê ava dike

Amerîka dû firokexaneyan li Rojavayê Kurdistanê ava dike
Çavkaniyekî payebilind ên di nav hêzên Sûriye ya Demokratîk de ji BasNewsê re aşkera kir, hêzên Amerîka dest bi avakirina dû firokexaneyên mezin ên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Heman çavkaniya ku nexwest navê xwe bide, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên Amerîka dû firokexaneyan li rojavayê Kurdistanê ava dike, ku dikeve bakûrê Sûriyê. Ev her dû firokexaneyane bi armanca leşkerî û sivîl wê bêne bikar anîn.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Hêzên Amerîka yekem firokexane li derdora firokexaneya kiştûkaliyê ya li navçeya Rimêlanê ku dikeve Cizîrê ava dikin. Rêya dirêj a firokexaneyê temam buye. Bi dehan şêvirmendên leşkerî, pispor û teknîkar li ser kar dikin.’’

Çavkaniyê diyar kir: ‘’Firokexana dûyem li derdora gûndê Xiraphişkê tê avakirin, ku dikeve başûrê rojhilatê bajarê Kobanê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Nêzîkî 10 hektar erd ji bo wê firokexaneyê hatiye destnîşankirin.’’

Heman çavkaniyê diyar kir: ‘’Amerîkî pir lez dikin ku, di dema herî nêzîk de karên firokexaneyê temam bikin.’’

Basnews
Top