• Friday, 20 February 2026
logo

‘Nûceyfî di derbarê herêmên Kurdistaniyan de gotûbêj wê li gel Barzanî bike

‘Nûceyfî di derbarê herêmên Kurdistaniyan de gotûbêj wê li gel Barzanî bike
Cîgirê berê yê Serok Komarê Iraqê û rêveberê hevpeymaniya Mutehîdun ragehand, di derbarê pêşeroja herêmên Kurdistaniyan de li gel Serokê Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike.

Yek ji rêveberên pêkhateyên Suneyan li Iraqê Usame Nûceyfî ji rojnameya şerqulewsed re diyar kir, ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê hemahengiya me li gel Herêma Kurdistanê heye.

Usame Nûceyfî amaje bi heftiya derbasbuyî de serdana xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û ragehand: ‘’Di derbarî beşdarî kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji yek têgeheştinekî ron heye û ew hêzane rolekî bi bandor wê hebê, li ser çarenivîsa şer.’’

Herwaha di derbarê hevandina 1.5 milyon hemwelatiyên Erebên Bakûr û naverasta Iraqê de jî, ku piraniya wan Sunne ne û alîkariya Pêşmerge ya perwerde kirina Heşdî Niştimanî wek giringiyekî mezin pênase kir û ragehand; ‘’Piştî rizgarkirina Mûsilê, wek dû birayan li gel Mesûd Barzanî emê runen û pirsgirêka Kurdistaniyên derve îdareya Herêma Kurdistanê ku di sînorê parêzgeha Nînova de ne, bi awayekî aram û berpirsane emê çareser bikin.’’

Basnews
Top