Beşek Şingalê hîn di destê DAIŞê de ye! Pêşmerge: YPGê ew der ji DAIŞê re hîşt!
Nêzîkî 5 mehan e bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin lê heta niha hinek gund û navçeyên devera Şingalê nehatine kontrolkirin.
Ew navçe û gundên ku nehatine rizgarkirin, dikevin rojava û başûrê bajarê Şingalê.
Fermandeyekî Pêşmerge derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, li gorî fermanên ku fermandeyên Pêşmerge dane me, em heta Cidalê çûne. Cidal di navbera me û YPGê de ye.
Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku navçeyên Heyalê, Rizke, Sikêniyê û Şilo jî ji YPG/YPŞê re mabûn lê ew neçûn wir û ew der ji DAIŞê re man!
Fermandeyekî YPŞê jî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge nahêlin balafirên şer piştgiriya wan bikin û dibin asteng li pêşiya girtina wan deveran…
Rudaw
