Pêşmerge bi 2 lîwayan beşdarî operasyona Mûsilê dibe
Berdevkê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê Christopher Garver îro derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê daxuyaniyek da.
Christopher Garver diyar kir ji Artêşa Iraqê 30 hezar leşker beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê dibin û Hêzên Pêşmerge jî dê bi 2 lîwayan beşdarî wê operasyonê bibin.
Garver amaje kir ku kêmtirî 10 hezar çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê hene û wiha domand:
“Ji ber ku navendên petrolê û çavkaniyên darayî yên DAIŞê ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve hatine bombebarankirin, çekdarên DAIŞê pereyek hindik distînin. Herwiha çekdarên DAIŞê malbatên xwe ji Mûsilê rêdikin.”
Nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk ragihand, hindek ma operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.
Artêşa Iraqê hejmareke zêde ya hêzên leşkerî şandiye navçeya Mexmûrê li Başûrê bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û ew yek wek amadekariyên lidarketina operasyona kontrolkirina Mûsilê tê zanîn.
Bajarê Mûsilê ji 10ê Tebax a sala 2014ê ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.
Rudaw
