Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Vatîkan li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê nîşanda û pîrozbahiya salvegera raperîn û helkeftên meha Adarê li Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina li ser serdana Serok Barzanî ya Vatîkanê û peywendiyê taybetî yê di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê, silavên Papayê Pîrozê Vatîkanê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku Papayê pîroz ji nêzîk ve duvdaçûnê li ser rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê dike. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku hejmarekî zêdeyê koçberan bi bê cûdahî himbêz kirine ku ji destê teror û çewsandinê mal û warên xwe bi cîh hiştine. Balyozê Vatîkan tekez li ser girîngiya pêkhatên olî kir ku dikarin rolekî mezin li dirustbûna pêkve jiyan û aramî û aştiyê da bibînin. Her wiha derketina teror û tundutîjiyê jî bi derfetek jî zanî bo ku ewên bîr li aştî û pêkvejiyanê dikin li hevdû nêzîk bibin û teşwîq û hana bihayên bilindên mirovayetiyê bidin.
Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li şikestdana terorîstên Da'îş kir û balkişand li ser gotina Serok Barzanî ku li Kurdistan hemû pêkhat li mirin û jiyanê da bi serbilindî pêkve dibin û daxwaz jî kir ku Hêzên Pêşmerge wan navçeyan ji dagîrkeriya terorîstan rizgar bike.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Vatîkanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest û pêzanînên xwe jî ji bo ji nêzîk ve girîngîdana Papayê pîroz hebû û li axaftina xwe de behsa hereşeya terorê ya li ser asayîşa cîhanê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi şanaziyê ve efsaneya Da'îşê şikand û erkê xwe bi cîh gihand û bi pêwîstî jî zanî ku cîhan bi awayeke ciddîtir û li hemû rehendek ve bi ruyê terorê da bê. Di derbarê hewandina koçberan Serok Barzanî wê yekê ragihand ku gelê Kurdistanê bi erkê xwe ya mirovî rabûye û yarmetiya koçber û penaberan kiriye. Ji bilî balkişandina çanda kûra pêkvejiyana li nav gelê Kurdistanê de tekez li wê yekê kir ku em hemû mirovîn û hîç demek nabê pirsiyar li întîmaya ola kesek bê kirin belku ewê girînge hemwelatîbûne û divê pirsiyar li kirdar û reftarên kesan bê kirin. Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser soza xwe sûre ku hemû navçeyan li bin destê terorîstên Da'îş derbixe û xuşk û birayên Mesîhî bi serbilindî û azadî vegerin navçeyên xwe û bi pêwîstî jî zanî ku rêwşuwênên wiha li ber bê girtin ku hemû pêkhat dilniyayiyeke tevahî ji paşaroja xwe hebê û êdî karesat dûbare nebin.
