Raniya - 25emîn salvegera Raperrînê hat bibîranîn
Îro (5ê Adar), li bajarokê Raniya yê Başûrê Kurdistanê, 25emîn salvegera serhildana xelkê bajêr li dijî rêjîma wê demê ya Iraqê hat bibîranîn.
Di merasimê de, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsê Devera Raperrînê Hemîd Ebdullah, nûnerên partiyan û saziyên sivîl beşdar bûn.
Piştî axaftina Hemîd Ebdullah, mêvanan tacegul danîn ser Bîrdariya Raperrînê.
Rûmala zindî ya merasima bibîranîna salvegera Raperrînê ji aliyê rêveberiya Devera Raperrînê ve hatibû qedexekirin ji ber wê jî Rûdawê nekarî bi zindî wê merasimê rûmal bike.
Derheqê merasima îsal a salvegera Raperrînê de, berpirsê Devera Raperrînê Hemîd Ebdullah ji Rûdawê re got, me îsal ji ber kirîza darayî nekarî merasimek baş li dar xînin her wiha me nekarî bi zinaî jî rûmal bikin.
Hemîd Ebdullah da zanîn ku sibe û dusibe jî dê çalakiyên Raperrînê bidomin û got, dê çalakiyên sporê û çandina daran werin encamdan.
Berpirsê Devera Raperrînê li ser sebeba qedexekirina rûmala zindî ya merasimê jî got, hinek televîzyon bi welatiyan re hevpeyvînên teşqele dikin û dibin sedema aloziyan, ji ber wê yekê me qedexe kir.
Roja 5ê Adara sala 1991ê xelkê bajarê Raniya û navçeyên derdorê li dijî rêjîma Beis rabûn û bajar rizgar kirin. Pêla raperrîna Raniya derbasî deverên din ên Kurdistanê jî bû.
Bajarokên Raniya, Qeladizê, Sengeser û Pişder wek “Devera Raperrîn” tê nasîn û bi fermî girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.
Rudaw
