Davutoglu li Silopiyê ye
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îro serdana navçeya Silopî ya girêdayî parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê kir.
Ahmet Daavutoglu îro bi balafira taybet a ANA û di saet 11:10 li gor dema Tirkiyê gihîşt Şirnexê.
Davutoglu li balafirxaneya Şerafettin Elçi ya Şirnexê ji aliyê Parêzgarê Şirnexê Ali Ihsan Su û çend rayedarên din ên parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.
Piştre Davutoglu ber bi navçeya Silopiyê ve birêket.
Biryar e Ahmet Davutoglu di nivîja îro ya li navçeya Silopî de beşdar bibe.
Serokwezîrê Tirkiyê piştî nivêja înê dê serdana Qayimeqamiya navçeyê bike û bi rayedarên navçeyê re bicive.
Çend wezîr û Serokê Saziya Karûbarên Olî yê Tirkiyê Prof Dr. Mehmet Gormez jî bi Davutoglu re çûne Silopiyê.
Rudaw
