Rojeva Îro ya Rojnameyên Tikriyê – Tirkiyê li YPGê da!
-Tirkiyê li YPGê da...
Tirkiye bi obûsan li hedefên YPGê da ku li derdorê Ezazê bi cî bûne. Rojvavayê Ferat ku weke "xeta sor" hatibû danîn ji bo Tirkiyê, piştî ku YPGê firokexaneya Minixê bi dest xist û berev Ezazê bi rê ket, Tirkiyê biryara lêdana bi topan da. Endamekî PKKê bi bernavkê Dilxwaz ku hate girtin di axaftina xwe de diyar dike ku YPG bê fermanên PKKê tiştekî nake. Herwiha dibêje ne ji Kobanê be PKK nikare li dereke din bisitire. Şervanên ku tevlî YPG dibin ji %90 ji ser Pirsûsê derbas dibin. Heta niha gellek şervan ji Kobanê derbasî nav Tirkiyê bûne.
- Dawudoglu, me li gor qaîdeyên angajmanê li YPG da, min ji Biden re got qîma me nayê ew firokexaneya Minixê bi kar bînin.
- 30 cendekên din. Fermandeya leşkerî di operqsyonan de heta niha 654 PKKyî hatin kuştin. Li Sûrê jî hindik maye ku operasyon bi dawî bibin.
HURRIYET
-Tirkiyê bersiva Esed û YPGê da...
Li gor agahiyên fermandeya leşkerî, duh li aliyê Antaqya ji alî Sûrî de, rêjîma Esad berî Tirkiyê da. Tirkiyê jî ji Kilîsê bi obusan top avêtin bi alî Ezaz de. Amerîka ji Tirkiyê xwest ku derhal raweste û êrîş neke lê Dawudogu got, qet qîma me nayê YPG derbasî Ezaz bibe divê bilez ji wê derê dûr bikeve û hewl nede korîdorê bişkêne û bi ti awayî firokexaneya Minixê bi kar bîne.
SABAH
-PYD bi fermana Ocalan damezirî...
PYD, PKK bi xwe ye. Ferman ji Qendîlê diçin jê re. Rêvebirên wê ew endam in ku ji Qendîlê hatine. Du biryargehên wan hene li Qendîl û Duhokê.ji 2013 an ve bi navê vekişînê 2 hezar çekdarên xwe li Bakurê Sûrî bi cî kirin.
CUMHURIYET
-13 kîlometir ji şerrê dinyayê re…
Tirkiyê li binkeya li firokexaneya Minixê da ku du roj in bi harikariya Esd û Rûsya û Amerîka ketibûn destê YPGê. YPG ji bo pêwendiya di navbera Til Rifat û Ezaz qut bike, firokexaneya Minixê û gundê Maranasê bi dest xistibû. Ev êrîşa Tirkiyê tê nirxandin wek ku dê Tirkiyê rê nede YPGê ku ji aliyê Efrînê berev rojhelat ve were.
POSTA
-Dibe ku em bikevin nav Sûrî de…
Wezîrê karê derve Çawûşoglû, eger em û Erebistana Siûdî bi hev re bikaribin bi stratejiyeke berfireh tevbigerin, belkî em ji ser bejê bikevin nav Sûrî. Lewra li hember DAIŞ şerekî ji bejê jî pêwist e.
YENİ ŞAFAK
-Tirkiye li PYDê da…
Tirkiyê li hêzên YPG da ku bi alîkariya Rûsya li ser " Herêma Ewle" dibû xeter.14 terorîst hatin kuştin 40 birîndar in.
- PKK li ciyê operasyonan cesedan dişewitîne da ko neyên naskirin. Pispor dê ji DNAyan nasnameyan kifş bikin. Herwiha tê gotin ku gellek şervanên biyanî jî hene li nav wan.
TARAF
-Balafirên Siûdiyê li Încîrlikê danîn..
Piştî daxuyaniya Çawûşolû 20 balafirrên şer yên Siûdiyê hatin Încîrlîkê,
- Ji MHPê Meral Akşener, eger ez di nav partiyê de bibim serok ezê bibim serokwezîr jî.
Rudaw
