• Friday, 20 February 2026
logo

Li Cizîrê karesetek din bi dehan sivîl bi şewatê bûne qurbanî

Gulan Media February 10, 2016 Nûçe
Li Cizîrê karesetek din bi dehan sivîl bi şewatê bûne qurbanî
Li Cizîra Kurdistana Bakur, di jêrzemîneke din de “20-25” kesan ji ber şewatê canê xwe ji dest dan.

Ajansa DIHAyê belav kir ku, li taxa Sûrê ya Cizîra Şirnexê, li nêzî “Kerem Otelê” di jêrzemîna avahiyekê de 50 kes asê mane, Hevseroka HDPê ya Mîlasê ya berê Derya Koç jî di vê jêrzemînê de asê maye.

Derya Koç diyar kir ku, ew di bin topbaranê de mane û rewşa wan gelek dijwar e.

Di nûçeyê de hatiye ku, Koç bi rêya telefonê ligel bavê xwe axifiye û agahî wiha dane: “Niha li vir 20-25 hevalên me yên asêmayî bi şewitandinê jiyana xwe ji dest dane.”

Roja, Duşem borî, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê agahî dabûn û gotibû: “Li avahiyekê, nêzî 30 kes bi awayekî şewitî hatin dîtin û di laşê wan de şopa guleyan jî nebû.

Basnews
Top