Piştgîriya Kurdistanê bû rojeva Kongreya Amerîkayê
Du senatorên Partiya Komarîxwaz a Amerîkayê bi fermî hewlên xwe di Kongreya Amerîkayê de bo pêşkêşkirina alîkariyên darayî bo Kurdistanê bi awayeke rasterast destpê kirin.
Her du Senatorên Komarîxwaz, John McCain û Lindsey Graham dest bi hewlên xwe kirin, da ku bi awayeke rasterast alîkariyên darayî ji Herêma Kurdistanê re bên şandin.
McCain û Graham ragihandine ku ew li dûv rêyeke bilez de digerin daku proje yasayekê di Kongreya Amerîkayê de bo şandina pere bo Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê bi zûtirîn dem pesend bikin.
McCain di vê derbarê de ragihandiye, ku dîtina rêyekê bo gihandina alîkariyên darayî bi Kurdan ne ewqasî zehmet e û gerek ew yek were kirin, çimkî hêzên Kurdî ku şerê DIŞIê dikin, ew çend meh in ku mûçeyên xwe wernegirtine.
